Felsefe, Xweyikirina Ramanê Ye
Felsefe, Xweyikirina Ramanê Ye
Dema weşanê: Adar 15, 2019, 7:09 Dîtin: 810

‘Pêdivîya me çima bi felsefeyê heye?’ Wekî bersiva vê pirsê bê dayînê, divê girîngiya felsefeyê nîşan bidin. Ferhengnasên felsefeyê yên navdar P. Yudînû M. Rosenthal girîngiya felsefeyê nîşan didin û wisa dibêjin: ‘Felsefe navgîniyeke hêzdar ya zanîn, livbatî û çalakiyên mirov e.’ Ez wek Yezdanzan dibînim, ku di serî de pêdivîya me bi rast Xwedê hebandinê, Xwedêparastinê heye. Çimkî kanîya serwextîyê û her tiştê Xwedê ye. Eger bi dilê paqij û rast ber bi Xwedê diçin, Xwedê amin e û qanûna jîyan û tebîyetê jî me fêr dike. «Felsefe» (bi yewnaniya kevn․՝ φιλοσοφία/fîlasofîa/), -koka felsefeyê, ji peyva hevedudanî ya ku ji fîlîa, anku ‘hezkirin’ û sofîa, anku ‘pirzan, serwext’ pêk hatiye. Awa gotî "Fîlasofîa" ji wergera yewnanî tê weteya "hizkirin ber bi serwextîyê." Parêzkarên felsefeya mengîwer, Calvin û Luther jî ramanên xwe yên berevajî felsefeya pîzewar ku li gora dogmayên olî teşe girtine. Li gora nêrîna Calvin, divê ku mirov hîçayiya (rebeniya) xwe dizanibe û ji bo kêmxistin û mirandina xwe çi ji destê wî/ê bê, wê, bike. Li gora Luthe jî, sparteka mezintirîn a mirov hêza xwedayî ye. Mirov ne xwemal e (aidê xweye).

Ev feraseta ku mirov reben û serberjêr dike û wî/ê ber bi evdîtiyê (bi taybetî evdîtiya evd û serdestan) de didehfîne; hê ramana dêrê (kinîse) ya Serdema Navîn e. ‘Pêdivîya me çima bi felsefeyê heye?’ Felsefe, xweyîkirina ramanê ye. Hilberandina ramanê, taybetmendiyeke xwezayî ya di ku hişê mirov de bi cî bûye û mirov ji lawirên hov û har vediqetîne, ye. Wekî din jî felsefe, rêzkariya vegotin û daxwaza bikaranîna behreyên ramana takekes; a ragîhîna rasterê ya rasteqîniyê ye jî. Ango raman û ferseta felsefeyî û zanistî, tu car di bin çewsînerî û serdesthilatiyan de namîne. Mirovê/a ku bi felsefeyê mijûl dibe dikare her gav li hemberî bûyeran, mantiqa xwe bi serbestî bide xebitandin û azadane birame û tevbigere. Ji bo ku mirov dikaribe wekî kesekî/e azad bifikire an bijî, divê ku di bin bandora tu hêz û desthilatdariyan de nemîne û hêza xwe ya ramanî bi serbestî bikar bîne. Bi vê wateyê jî mirov dikare bibêje felsefe, mirov digihîne radeyeke azad û serbixwe û wî/ê li hêzdariyeke bêpayan dadigerîne. Rê li ber peresîna behreyên mirov vedike û bi navê mirovahiyê wî/ê bi nirx û hêjahiyên zexm dixemilîne.

Têngîz Siyabendî