Baş Zanibe Çê Nabe Tî Bimînî
Havîna germ de agir dibare
Ax,dilê min ji germê dişewite
Û zarê min ji tîbûnê ziha bûye
Kanîk heye,lê kasa min tuneye.
Ji kanîyê wa ava sar derdikeve
Xuşîniya wê ye,diherike û diçe
Kesek tune kasek av bide min
Ku ev agirê pêketî zû vemirînim.
Camêrek hat ber bi kaniyê sekinî
Min ji dûr ve lê nêrî û kirim gazî
Go: Ez heyran tu ser çavan hatî
Ji kerema xwe re kasek av nadî?
Camêr vegeriya û aliyê min nêrî
Go: Ez heyrana te tu jî kurmanc î
Û dixwazî bi kurmancî av vexwî
Go: Baş zanibe çê nabe tî bimînî .
«R.T.X.»
Têngîz Siyabendî