Ji Welatê Xwe Hiz Dikim
Ji Welatê Xwe Hiz Dikim
Dema weşanê: Hêzîran 7, 2020, 9:09 Dîtin: 1477

Ji welatê xwe hiz dikim
Bi wê ez kêfxweş dibim
Her şev û roj bi bîr tînim
Lê dîsa ez jê têr nabim.

Bîra welatê xwe dikim
Heta xewna de dibînim
Erê! ji wê pir hiz dikim
Dikim-nakim jê têr nabim.

Nîvê şevê hişyar dibim
Û ji nivîna xwe radibim
Çavên ziha ez şil dikim
Ji xewna jî qe têr nabim.


<<R.T.X>>