Dilê min dibêje êdî bes e,heta kengê?
Dilê min dibêje êdî bes e,heta kengê?
Dema weşanê: Sermawêz 26, 2019, 1:46 Dîtin: 1810

Dilê min dibêje êdî bes e,heta kengê

Ji pênûsa te jan û keser,xwîn û hêsir

Li ser rûpelên lênûskê bêne rija ndin?

 

Dilê min dibêje êdî bes e,heta kengê

Wan çavên şil,dilên şikestî û birîndar

Bi helbestên te bêne daxkirin,êşandin?

 

Dilê min dibêje êdî bes e,heta kengê

Ewqas êş û azar,kul û derd,xemgîniyê

Di helbest û çîrokan de bêne civandin?

 

Dilê min dibêje êdî bes e,heta kengê 

Wan dilên xemgîn,bêhêvî û bêbawer 

Bi helbestên nûjen neyên dermankirin?

 

<<R.T.X>>

Têngîz Siyabendî