Baxçê Min
Baxçê Min
Dema weşanê: Pûşper 8, 2019, 11:54 Dîtin: 1967

 

Havîn e û derva germ e

Bin siyê darê rûniştime

Ba hêdî-hêdî bilind dibe

Bin guhên min ew dilîze.

 

Dengê bayê wek awaz e

Çûk û çivîk kêfxweş dike

Stiranekî hewas çê dike

Bin guhên min ew distire.

 

Pelên darê govend girtine

Diçin û tên xişîniya wan e

Baxçê min wek bihuştek e

Rûmeta Xwedê îsbat dike.

 

< < R.T.X > >