Çevê Min Tim Li Rê Ye
Çevê Min Tim Li Rê Ye
Dema weşanê: Hêzîran 15, 2020, 5:04 Dîtin: 615

 

Çevê min tim li rê ye

Û hêviya hatina te ye

Were yara min,zû bike

Hê qehwe sar nebûye.

 

Were rex min tu rûnê

Li vir di bin siya darê

Bi kurmancî biaxivin

Û ji qehwê tam bikin.

 

Êrê,qehwe min çêkir

Evîna xwe nav de kir

De were tu jê vexwe

Û ji min qet dûr neçe.

 

<<R.T.X>>