Makale

Welatê min de bihar hatiye

Têngîz Siyabendî 981 Okunma

Welatê min de bihar hatiye

Welatê min de bihar hatiye
Kulîlkên rengîn tev xwe aniye
Deşt û zozanan xemilandiye
Dîsa her tişt ji nû ve çêkiriye.

Welatê min de bihar hatiye
Stranên çûkan tev xwe aniye
Bihar jiyanê me pir dilşa kiriye
Û li ser rûyê me ken çêkiriye.

Welatê min de bihar hatiye
Eşq û evînê tev xwe aniye
Dilê merivan kêf û şa kiriye
Ev bihara geş Xwedê şandiye.

«R.T.X»
Têngîz Siyabendî


Yorum