Makale

Zimanê Dê

Têngîz Siyabendî 3,284 Okunma

Zimanê Dê

 

Zimanê dê naçilmise

Dibişkivehê şîn dibe

Zimanê dê gul-sosin e

Bîhna xweş timê dide.

 

Zimanê dê hişk nabe

Rayên xwe hê kûr dike

Zimanê dê mezin dibe

Û berê qenc timê dide.

 

Zimanê dê ava kanî ye

Zimanê ziha hêsa dike

Zimanê dê pêta agir e

Ku dilê qerimî dihelîne.

 

Zimanê dê her tişt e

Bêy wî têkilî qe çênabe

Zimanê dê wek pirek e

Ku min û te Yek dike.

 

Zimanê dê şabûnek e

Ku çavên şil ziha dike

Zimanê dê ji Xwedê ye

Wek mîras me re daye.

 

<>

Têngîz Siyabendî

Yorum