Were Baran,Bibare
Were Baran,Bibare
Dema weşanê: Hêzîran 30, 2019, 8:53 Dîtin: 1897

 

Baranê bibar,bihar e

Welatê min tî maye

Were çema çê bike

Welatê min têr bike.

 

Were baran,bibare

Hewa bişo,temizke

Were erdê av bide

Û her tişt teze bike.

 

Were baran,bibare

Hêdî-hêdî ji ezman

Were û rengîn bike

Van dera,çol û çiya.

 

Were baran,bibare

Ser deşt û zozana

Were û jiyanê bide

Van gul û sosinan.

 

Were baran,bibare

Wer awazek çêbike

Bira tebiyet bistire

Geşt û seyran bibe.

 

«R.T.X»