Xwedayê Rastîn
Xwedayê Rastîn
Dema weşanê: Gulan 11, 2019, 8:36 Dîtin: 824

 

Xudan Xwedayek heye

Ew bê şirîk û bê heval e

Ne pêxember,ne melek e

Ne roj,ne hîv,ne sterk e.

 

Xwedayê rast nas bike

Û her Rûmet Wî re bide

Ji bilî Wî îlahan negere

Ji wan re xizmeta neke. 

 

Ne li ezman,ne ser erdê

Tu kes tune wek Xwedê

Ne bin erdê,ne bin avê

Tu tişt tune wek Xwedê. 

 

Ka bêje min kî ye mezin

Yê afirandî,yan afirandar?

De bêje min kî ye mezin

Yê herheyî,yan mirîndar?

 

«R.T.X»