Zimanê Dê Şêrîn E
Zimanê Dê Şêrîn E
Dema weşanê: Hêzîran 29, 2019, 7:12 Dîtin: 1950

 

 

Binê vê ezmanê de 

Û li ser rûyê erdê

Zimanê dê ye şêrîn 

Ji şekir û şerbetê.

 

Û eger bidin min 

Mal û milkên vê dinê

Ez tu car venaşêrim

Şêrîn e zimanê dê.

 

Ku herim,çi jî bikim 

Li ser rûyê vê dinê

Dîsa ezê diyar bikim

Şêrîn e zimanê dê.

 

Ji şekir û şerbetê 

Pir şêrîn e zimanê dê

Bo min ji wê şêrîntir 

Tiştek tune ser dinê.

 

«R.T.X»