Cangîlûm
Cangîlûm
Dema weşanê: Gulan 11, 2019, 8:56 Dîtin: 686

Cejina “ CANGÎLÛM ” jî sedan sal e ku di nav zarokên êzdîyan de bi dilgeşî û kêfxweşî tê derbas kirin(pîroz kirin). 

Cangîlûm bi vî awayî tê derbas kirin:

Li Ermenîstanê nav zarokên biçûk de edetek wisa heye, wexta rojê kifşkirî - ew demsala havînê û meha heziranê <pûşper>, de ye, zarokên biçûk - keç û kur ba hev tên, bona komê xwe bûk û zeva dijbirin.Pey çi jî kûçe-kûçe dikevin, derê her malê dixin û aha distirin : 

 

Bûka me çi bixweze?

Rûnê çêleka sor bixwaze  
Hêkê mirîşka sipî bixwaze  
Cangîlûm can can,can bûkê zêr can.

Paşê navê keçikê wê malê dipirsin û sitranek ser wî dibêjin.

– Ji Tiflîsê meqes wê bînin

Kincên “navê zarokê didin” wê çê kin  
Cangîlûm can-can,can bûkê zêr can.

Mesele wan re hêk,rûn yan pere,yan jî tiştek başqe didin,dîsa pê stiranê razîbûna xwe tînin ziman:

Bijîn-bijîn her hebin  
Gul bin,geş bin,qewat bin  
Cangîlûm can-can,can bûkê zêr can.

Kengê êpêce hirmûr berhev dikin,mala yekî/ê de kom dibin û xwe re kêfek xweş bi dilgeşî derbas dikin, dixwin, vedixwin û dilîzin.

"DOLÎDANG,,ev jî cejinek e û di nav êzdîyên Ermenîstanê de tê derbas kirin.Ev cejin hema xût mîna cejina “ Cangîlûm ”-ê .

 

 Nivîskar : Têngîz Siyabendî