Yezdannasî
Yezdannasî
Dema weşanê: Gulan 11, 2019, 9:03 Dîtin: 846

Yezdanzanî yan jî Yezdannasî (Teolojî)  Çi Ye ?

Ji berî her tiştî ka em pê bihesin, bizanibin Xwedê kê ye ?
– Tenê Xwedan (Xweyî) Xwedayek heye.Pirtûka Pîroz de wateya Xwedan ‘Xweyî’ ye. Xwedan navekî Xwedê ye û navek ji navêd Îsa Mesîh e. ‘Reb, ji zimanê erebî ye û ew jî tê fehmkirina ‘Xweyî’.

Xwedê çêkerê hemû afirandinan e. Peyva Ellah jî (bi erebî Illah) bi teybetî ji aliyê gelek bawermendên Îslamê ve tê bikaranîn.
Peyva ‘Yezdannasîyê’ herwiha ‘Îlahiyetîyê’ ji wergera peyva yewnanî θεολογία Teolojiyê pêjda hatîye, ev peyv jî dabeşî li ser du peyvan dibe: (“θεός,, Teos) – «Xwedê» û (λόγος Logos) – «Peyv/xeber/,zanîst». Ji vê derê jî «Yezdannasî» zanîst e derheqa Xwedê de. Herwiha «Yezdannasî» zanîst e ku vekolîna li ser pirtûkên dînî dike, lê bingeha wê gere Pirtûka Pîroz be.
Di destpêkê de wateya «Yezdannasiyê» vekolîna li ser dînê Mesîhîyê dikir, pey wêra jî mena wî hatîye fehmkirinê zanîst derheqa Xwedê de. Lê îro jî wateya «Yezdannasiyê» diha fireh bûye û hemû ol bi hevra hatine girêdanê.
Mixabin vê pirsê de ya ewil, ferz û kêrhatî ew kaniya zanebûn e derheqa Xwedê de. Bi rastî ew kanî gere Pirtûka Pîroz bibe.

Werin bi hevra çend eyatan ji Pirtûka Pîroz bînin ber çavan:


«Di destpêkê de Xwedê…» – (Destpêbûn1:1)


«Destpêbûnê de Peyv/xeber/ – ‘λόγος’ (Logos) hebû. Peyv tevî Xwedê bû û Peyv xwexa Xwedê -“θεός,, Teos bû» – (Yûhnna 1:1)


«Lê berê pêşin li Padşatîya Xwedê bigerin û bikin ku rastîya Wî biqedînin û ew hemûyê wera bêne dayînê» – (Metta 6:33)

Naskirina Xwedê hema jîyîna heta-hetayê ye «Ev e jîyîna heta-hetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye» – (Yûhnna 17:3)


Fehmîna mirovhatiyê gere ser «Yezdannasîyê» bela nebe/huqum neke/,gere zanebûn derheqa Xwedê de lê nihêrîna Pirtûka Pîroz dest xe û azorû ke: «Dikarî şêwira Xwedê bibînî …?» – (Îvo 11:7).

«Rûmet Tenê Xwedêra» (R.T.X)


Têngîz Siyabendî